Nûbihar gihaşt 152 jimarî!

Nûbihar gihaşt 152 jimarî!

Jimara Nûbiharê 152yan derket. Di vê jimarê de jî gelek nivîsên curbecur weşiyane.

A+A-

Perwîz Cîhanî, ji koleksiyona Aleksander Jaba du helbestên nû diweşîne; yek ya Melayê Bateyî, ya din jî ya ‘Xîyasî ye.

Rohat Alakom dîsa nivîsek balkêş nivîsiye. Di vê jimarê de Rohat Alakom li ser Kurdên Batûmê nivîsiye.

Helbesta Fêrîkê Ûsiv ya bi navê “Çendik û Çend Sala” ji aliyê naverok, teşe, ciwankarî û biwêjê ve bûye mijara nivîsa Murad Celalî.

Encûm Yamûlkî yek ji damêzrînera Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd ya sala 1919an bûye. Seîd Veroj li ser keça Mistefa Paşayê Yamûlkî Encûm Yamûlkiyê nivîsiye.

Mûsa Ekîcî & Îbrahîm Seydo Aydogan û Dawûdê Bagûrî nivîsên wan li ser rêziman û îmlayê ne.

Derbarê Melayê Bateyî de hindek zanyariyên balkêş Abdulqadir Kızılkaya dane.

Ji Kitêba Hecîyê Cindî “Meselok û Xeberokêd Cmaeta Kurda” beşa Filankesê Şemoyê Memê latînîze kiriye.

Di çar şairên Kurd de (Mela, Xanî, Koyî û Pêşew) êşa bêdewletbûnê Mem Med nivîsiye.

Mehmûdê Hesê dengbêjê herema Qoser û Dêrikê ye û di sala 2016an de wefat kiriye. Îbrahîm Ayhan di sala 2012an de pê re hevpeyvînek kiriye. Ev hevpeyvîn cara yekem diweşe.

Wekî din Yûnis Amedî, Occo Mahabad, Cîhan Roj, Nesim Sönmez, Rahmetullah Karakaya û Mîrê Zirav bi nivîs û çîrokên di vê jimarê de ne.

Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Milla Ehmedê Cizîrî, Menahîl es-Sehwî, Mem Al, Îrşad Seydayê Cizîrî, Bamed Serdar, Ömer Faruk Feyat, Hesen Polat, Seydayê Dilkanî, Bedriye Topaç, Ehmed Şamlu, Ahmed Arif, Johann Wolfgang von Goethe û Sidîq Gorîcan şairên vê jimarê ne.

***

Ji Edîtor:

Ji jimara 152yan merheba

Di dema şewba coronayê de mirovahî, li her deverê neçarî jiyaneke nû bû. Însanên ku demeke dirêj di malên xwe de hepiskirî man hewceyî riyên nû yên danûstendinê bûn. Vê yekê kir ku em jî êdî karên xwe li gor vê ‘jiyana nû’ bi pêş bixin. Li gor vê rewşê, di serê Gulanê de me malpera xwe ya firotinê vekir. Êdî kesên bixwazin dikarin kovar û kitêbên me li ser malpera me bikirrin.

Di nava heman mehê de, li ser hesabên xwe yên medya civakî jî me dest bi bernameyên zindî kir û niha jî ev bername dewam dikin.

Malpera me jî, bernameyên me jî aleqeyek baş dîtin.

Di çêkirina malperê de bi taybetî kek Mesut Bilir, di bernameyên zindî de jî kek Abdullah İncekan bêhtir ked dan. Helbet keda çend hevalên din jî gellek e. Mala tevan ava be; em ji tevan re gelek spas dikin!

Di her tiştî de xêrek heye, nexweşiya coronayê kir ku em xebatên weha bikin.

***

Madem min bi nexweşiya coronayê dest pê kir, du gotinan jî bikim: Nexweşî li welatê me zêde bûye. Niha li Diyarbekirê me, mixabin însanên me dîqet nakin. Ne tenê ev der, li hemû bajarên me rewş ev e. Em ji însanên xwe rica dikin: Xwe biparêzin, heta dikanin ji malên xwe dernekevin, hevûdu ziyaret nekin, nêzîkî hev nebin û nekevin cihê qelebalix.

***

Di vê jimarê de Perwîz Cîhanî, ji koleksiyona Aleksander Jaba ya ku Mela Mehmûdê Bazidî dabûyê, du helbestên neweșandî diweşîne. Yek ya Melayê Bateyî ye, ya din jî ya ‘Xîyasî ye.

Di her jimara Nûbiharê de, em ji nivîsên Rohat Alakom tiştên nû dibihîsin û hîn dibin. Vê carê Rohat Alakom li ser Kurdên Batûmê nivîsiye.

Murad Celalî helbesta Fêrîkê Ûsiv ya bi navê “Çendik û Çend Sala” ji aliyê naverok, teşe, ciwankarî û biwêjê ve nirxandiye.

Seîd Veroj, li ser keça Mistefa Paşayê Yamûlkî, Encûm Yamûlkî nivîsiye; ev xanim yek ji damêzrînera Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd bûye ku ev komel di sala 1919an de ava bûye.

Di vê jimarê de, du heb nivîs li ser rêziman û îmlayê ne; yek ya Mûsa Ekîcî & Îbrahîm Seydo Aydogan e, ya din jî ya Dawûdê Bagûrî ye.

Abdulqadir Kızılkaya di nivîsa xwe de derbarê Melayê Bateyî de hindek zanyariyên balkêş dane.

Şemoyê Memê ji kitêba Meselok û Xeberokêd Cmaeta Kurda ya Hecîyê Cindî, beşa Filankesê latînîze kiriye. Gelek biwêj û gotinên hêja hene, ez bawer im wê kêrî gelekan bên.

Mem Med di çar şairên (Mela, Xanî, Koyî û Pêşew) Kurd de êşa bêdewletbûnê aniye ziman.

Îbrahîm Ayhan, di sala 2012an de bi dengbêj Meh­mûdê Hesê re hevpeyvînek kiriye. Mehmûdê Hesê di sala 2016an wefat kiriye; ev hevpeyvîn jî cara yekem diweşe.

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Yûnis Amedî, Occo Mahabad, Cîhan Roj, Nesim Sönmez, Rahmetullah Karakaya û Mîrê Zirav di vê jimarê de ne.

Bi şi’rên xwe Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Menahîl es-Sehwî, Mem Al, Îrşad Seydayê Cizîrî, Bamed Serdar, Ömer Faruk Feyat, Hesen Polat, Seydayê Dilkanî, Bedriye Topaç, Ehmed Şamlu, Ahmed Arif, Johann Wolfgang von Goethe û Sidîq Gorîcan cih digrin.

***

Du qiseyan jî ez do bi Dimilî bikerî: Ö. Faruk Çetinkaplanî yew xezelenda Milla Ehmedê Cizîrî Kurmancî ra açarnaya Dimilî/Kirdkî; na homar de ma ca dayo na xezelî.

Şima şenê nuşte û şi’rên xo ma rê biarşawê, eger mumkun bo, ma do ca bidê înan zî.

***

Gotina dawîn ji dilxwazên Nûbiharê re ye; rîca me ji we ev e: Ji her wextê zêdetir li Nûbihara xwe xwedî derkevin!

Hetanî jimara din bi xatirê we...

Süleyman Çevik

HABERE YORUM KAT

YORUM KURALLARI: Risale Haber yayın politikasına uymayan;
Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve BÜYÜK HARFLERLE yazılmış yorumlar
Adınız kısmına uygun olmayan ve saçma rumuzlar onaylanmamaktadır.
Anlayışınız için teşekkür ederiz.