Lı vê jorê gırık heyi

Li vê jore gırık heyi.
Di navda darû ber heyi.
Pezu, berxu kahr heyi
Li çar alyê vê hûzûr heyi.

Li ve jorê girik heyi.
Dİ navda her rûhber heyi.
Baxû, bîstanû dar heyi.
Li çar alyê ve rehmet hayi.

Li ve jorê girik heyi.
Di navda gulû sosin heyi.
Pinpinikû gerê heyi.
Lİ çar alyê wê xweşbûn heyi.

Li ve jorê girik heyi.
Dinavda hingivû moz heyi.
Rihana ser dila heyi.
Li çar alye wê mestbûn heyi.

Li ve jorê girik heyi.
Di navda avû çem heyi.
Tiriw, hinarû, şinayi heyi.
Li çar alyê wê hebûn heyi.

Li ve jorê girik heyi.
Di navda xezalû gakovî heyi.
Hilokû, mirişkû, dîk heyi.
Qazû, ordekû, teyr heyi.

Li ve jorê girik heyi.
Di navda bulbulû gul heyi.
Ji baxça baxçê dila heyi.
Histranû, helbestû, bîn heyi.

Li ve jorê girik heyi.
Di navda cîrantya pir xweş heyi.
Mırovê rûkenû delal heyi.
Hevaltiw, xûçikû, biratî heyi.

Li ve jorê girik heyi.
Hevalû, dostû, yar heyi.
Xeyretû, xebatû, ezm, heyi.
Hunerû, cotkarû, birati heyi.

Li ve jorê girik heyi.
Di navda mektebû medreseyi.
Wijdanû akil bihevreyi.
İlmû emel kaideyi.

Li ve jorê girik heyi.
Li horta wê camya meyi.
Milleti bi îxlas têdeyi.
Derdû kûl dermanê meyi.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
YORUM KURALLARI: Risale Haber yayın politikasına uymayan;
Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve BÜYÜK HARFLERLE yazılmış yorumlar
Adınız kısmına uygun olmayan ve saçma rumuzlar onaylanmamaktadır.
Anlayışınız için teşekkür ederiz.