Hiv Li Çarda Bû

Hiv li çarda bû,
Bi mera mizici û kenya bû
Vesîla tefekkura buha bû
Tama wê tama ruha bû

Hiv li çarda bû,
Mina gul û kulilka bû
Ji mera nûr û rehmbû
Him xizne bû, ji xizna Xuda bû

Hiv li çarda bû,
Li bin ronaya wê muhabbet bela bû
Sohbeta me ji bo Xuda bû
Xwendina pirtûka dermanê dila bû

Hiv li çarda bû,
Di nav dara ra xuya bû
Li bin wê rûniştina me bi şûra bû
Peyva me pirskirika insana bû

Hiv li çarda bû,
Bi xwendinê insan ava bû
Derde me derdê Muslumana bû
Bi îstîşarê çareserkirin çe bû

Hiv li çarda bû,
Li binî biratya me bû
Em hemû bi dest hev bû
Derdê me yekî derdê me gişa bû

Hiv li çarda bû,
Peyva me hezkirina rûha bû
Zimanê me şîrîn bû wek hingivê moza bû
Em hemû bi hevra rast bu, wek mira bû.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
YORUM KURALLARI: Risale Haber yayın politikasına uymayan;
Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve BÜYÜK HARFLERLE yazılmış yorumlar
Adınız kısmına uygun olmayan ve saçma rumuzlar onaylanmamaktadır.
Anlayışınız için teşekkür ederiz.