Eyyüp AY
Guh Bidin Me
(Ji Zarokan Ji Mera Mektub)
Ava axir zemanê,
Em biçukun ne zanin,
Her tiştin me gora we,
Mezin no, guh bidin me!
Em dixwazin serbestî,
Rev û, meş û helbestî,
Lîstik û, xwendin û histranî,
Mezin no, guh bidin me!
Çar dîwara da sebr nayê,
Bê hevaltîw, birayî,
Ev hâl me dixin tayi,
Mezin no, guh bidin me!
Her tişt xatayê meyi,
Çima ji bo me fam nayê?
Xwêndinî ne vayayê,
Mezin no, guh bidin me!
Em dixwazin xwêndinî,
Mezin û, kal û bavti,
Her tişt ji me dûr ketî,
Mezin no, guh bidin me!
Rûmetî, tu nemayi,
Rindîw, çêyi kedyayi,
Vana xetê wê mezinayi,
Mezin no, guh bidin me!
Wer ji bo dunyê xebat,
Bi vana dawya me hat,
Ka axireta me heyhat,
Mezin no, guh bidin me!
Em dixwazin pirkê xwe,
Kalik û mezinê xwe,
Têkilîw biratya xwe,
Mezin no, guh bidin me!
Em xera bûn bi ekrana
Dûr bûn hemûj cîrana
Bê kesîm kir nav dirana,
Mezin no, guh bidin me!
Va Qur’an’a ji bo me,
Dîn, axiret ji bo me,
Hêdî vana bidin me,
Mezin no, guh bidin me!
Berdin şuxla fuzûlî,
Dest bidin meb aqiltî,
Mezin kin meb hezkirî,
Hêdî besi, guh bidin me!
Mezin no, guh bidin me!
Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve BÜYÜK HARFLERLE yazılmış yorumlar
Adınız kısmına uygun olmayan ve saçma rumuzlar onaylanmamaktadır.
Anlayışınız için teşekkür ederiz.